‘Bi berxwedana gel û gerîla hemû êrîş wê vala bên derxistin’

37

Li herçar parçeyên Kurdistanê têkoşîn û berxwedana gelê Kurd li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk bê navber berdewame. Di vê derbarê de gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn û bal kişandine ser giringiya berxwedana dijî dagirkeriyê.

Endamê Komîteya Şehîdan a KODAR’ê gerîla Cotyar Pêşewa li ser êrîşên dewleta Tirk wiha axivî; “AKP û MHP dixwazin bi qetilkirina gelê Kurd li ser desthilatê bimînin. Bi wateyek din, mana Erdogan a li ser desthilatê rijandina xwîna gelê Kurd e. Di vê çarçoveyê de bi girtina siyasetmedar û çalakvanên siyasî li Tirkiyê, her wiha êrîşkirina ser Efrîn û Başûrê Kurdistanê dixwaze temenê desthilata xwe dirêj bike.”

Cotyar Pêşewa her wiha got; “Dewleta Tirk ne xwedî hêz û iradeye ku Qendîlê dagir bike. Bê guman hinek welatên derve û hinek hêzên hundirîn ên Kurdistanê alikariya Tirkiyê ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dikin. Qendîl bûye beyta gelê Kurd. Dilê hemû azadîxwaz û her Kurdekî li Qendîl lêdide. Qendîl di nava dilê hemû Kurdê bi rûmet de ye. Qendîl ji bo hemû şoreşger û azadîxwazan xeta sore. Ji bo wê jî ew hêzên îro alikariya êrîşa ser Qendîl dikin, wê roke bê rûreşê dîrokê bin. Ji ber ku Qendîl nasnameya siyasî û hebûnek dîrokî ya Kurdistan û Rojhilata Navîne.”

Endama Komîteya Perwerdeyê ya KODAR’ê Hêvî Ronahî jî daxuyakirin ku dewleta Tirk ji dagirkirina Kurdistanê têr nabe û wiha domand; “Dixwaze weke salên buhrî dagirkeriya xwe dimeşand, îro jî heman siyaset bimeşîne.”

Hêvî Ronahî got; “Dibe dewleta Tirk bi alikariya hêzên derve êrîş bike û hinek herêman dagir bike. Di salên buhrî de hatine çend Herêmên Parastina Medya. Belê rastî berxwedana gerîla hatin û şikestin.”

Her wiha gerîla Erdal Toros ê endamê Komîteya Perwerdeyê ya KODAR’ê jî diyar kir ku di gelemperiya dîrokê de Qendîl timî cihê şoreş û berxwedanê bûye û wiha pêde çû; “Pêş hatina gerîla ji bo Qendîlê, Qendîl nasnameya berxwedan û îradeya gelen Kurdistanê bû. Bi hatina gerîla û tevgera Apoyî ji bo Qendîlê, ev nasname birûmetir ketiye.”

Erdal Toros bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Xeyalê dagirkirina Qendîlê dewleta Tirk ber bi rewşek din ve dibe. Pêwîste gelê Kurd li rex gerîla di nava berxwedanê de be. Bi taybetî gelê Rojhilatê Kurdistanê di vê qonaxa dîrokî de bêdeng nemine. Bi erka xwe ya welatparêzî rabin. Em bi bawerin ku bi berxwedana gel, welatparêz û gerîla wê hemû êrîşên dagirkeriyê vala bên derxistin.”

(rn)