Birayê Penahî: Li dijî Penahî şerekî derûnî û rihî tê meşandin

43

Li Hola Sînma Salim a Silêmaniyê, Kampanya ‘Na ji bo darvekirina Ramîn Hisên Penahî’ ji bo biyarê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ku dibe her kêliyê ji aliyê rejîma Îranê ve were darvekirin, Refîq Hisên Penahî re civînekî çapameniyê organîze kir.

Di civîna çapemeniyê de Refîq Hisên Penahî bal kişand ser rewşa birayê xwe û got; «Dixwazim bi rêya we peyama xwe bigihînim tevahiya xelkê û taybet Rojhilatê Kurdistanê. Hêviya piştgiriya zêdetirîn. Bi dilxweşî şevê din, xelk û çalakvanên Rojhilat û Sine karîn pêşî li darvekirinê bigirin, bi taybet di dema lîstika tîmên Îran û Spanyayê.»

‘Şerekî derûnî û rihî li ser tê meşandin’

Refîq Hisên Penahî got ku niha rewşa bav û dayika wî gelek nebaşe û wiha pêde çû; «Niha bav, dayik û malbata min, di rewşekî dijwar û giran de ne, tenê xwedîderketin û piştgiriya xelkê dikare ji bo wan bibe alîkar. Ramîn jî di rewşekî gelek zehmet û dijwar de ye. Şerekî derûnî û rihî li ser tê meşandin.»

‘Bi piştgiriya we dikarin pêşî li darvekirinê bigirin’

Refîq da zanîn ku Ramîn kurê hemû malên Kurdistanê ye û wiha destnîşan kir; «Ez li wir radigihînim, Ramîn kurê hemû malên Kurdistanê ye, dikarin bi piştgiriya we pêşî li darvekirinê bigirîn. Ramîn ne yekem zarokê Kurd û wê neyê dawiyê be. Ji ber piştgiriya hatiye kirin em kêfxweşbûne. Di van rojan de dengek tê bihîstin û bi taybet li Bakur Birêz Osman Baydemir piştgiriya Ramîn dike. Ev jî yekîtiya Kurdan nîşan dide.»

Birayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ku ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lêhatiye birîn, Refîq Hisên Penahî herî dawî spasiya gelê Kurd û kesên piştgiriya wan kiriye kir û got; «Divê îro Komara Sêdarê, dengê na ji bo sêdarê bibihîse, ji ber ku ew kesane tenê ji ber Kurdbûnê û mafên xwe yên rewa rastî zextan hatine.»