Şevê din li ber Girtîgeha Sine dijî cezayê darvekirinê yê Ramîn Hisên Penahî çalakiyek hate lidarxistin. Hêzên rejîma Îranê êrîşê çalakvanan kir û çend çalakvan binçav kirin. Her duh bavê Ramîn Hisên Penahî, Mihemed Hisên Penahî ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin û bi zorê îfadeya dijî kurê wî jê girtin.

Hat diyarkirin ku du ji wan çalakvanên li ber Girtîgeha Sine hatine binçavkirin navê wan Xalîd Hisênî û Refîq Kerîmî ye. Polîsan di dema binçavkirina çalakvanan de gule jî berdane.

Li aliyek din bavê Ramîn Hisên Penahî, Mihemed Hisên Penahî ku bi navê Xalo Mîrza tê nasîn û dayika Ramîn, Şerîfe dîmenek belav kirine ku têde dibêjin duh hêzên Îtlaatê bi ser mala wan de girtine û Xalo Mîrza birine ku Ramîn bibine. Belê ew birine cihek nediyar, bi êşkence û zorê îfadeyên dijî Ramîn jê wergirtine.

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here