Ciwanên Bakurê Sûriyê ber bi  Başûrê Kurdistanê ve dimeşin

35

Bi hezaran ciwanên Bakurê Sûriyê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a xaka Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

Beşek ji ciwanan gihaştin gundê Xane Serê yê girêdayî Dêrîkê û li benda beşa ciwanên herêma Firatê ne.

Piştre ciwan wê sibe bi meş di deriyê Sêmalka re derbasî Başûr bibin û li Başûr jî ji bo piştgiriya çalakgerên mertalên zindî ku ev çend rojin li Qendîlê di çalakiyê de ne, biçin Qendîlê.