Dadgeha Federal betalkirina dengên taybet red kir

36

Dadgeha Federal a Iraqê li ser wan pêşniyarên hilweşandina  yasayên  hilbijartine hatibûn kirin iro li Bexdayê runiştinek taybet pêk anî.

Ji bilî madeya 3 ku behsa betalkirina dengên taybet û yê penaberan dike, Dadgeha Federan a Iraqê wan madeyan pejirand ku parlamentoya Iraqê biryar li ser da bû.

Dadgeha Federal a Iraqê iptalkirina dengên taybet, dengên penaberan û dengên dervey welat red dike, lê hemû ew madeyên din ji jimartina dengan bi dest û betalkirina  yasaya hilbijartinê û rawestandina karê komisyona hilbijartinê pejirand.

Roja 6’ê Hezîranê parlementoya Iraqê çend biryarek derxistibû ku pêkdihatin ji jimartina dengan bi dest, rawestandina karên komisyona hilbijartinên Iraqê û diyarkirina 9 dadwer li cihê encumena komisyaran, hilweşandina yasaya hilbijartinê, betalkirina dengên taybet, dengên penaberan û dengên ji dervey welat.

Piştî vê PDK, Serokkomarê Iraqê Fuad Mahsûm û komisyona bilind ya hilbijartinê nerazîbûn nîşanî vê biryara parlementoyê dabûn.

(rn)