Dadgeha Federal: Biryara hejmartina dengan bi dest yasayî ye

37

Piştî ku encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê yên di 12’ê Gulana 2018’an hatin eşkerekirin, gelek aliyên siyasî nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyarkirin ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin. Li ser îtirazên aliyan Parlamentoya Iraqê biyar da ku bi giştî li Iraqê deng ji nûve bi dest werin hejmartin.

Îro li ser vê yekê Dadgeha Federala Iraqê diyarkir ku biryara ji nûve hejmartina dengan yasayî ye. Herwiha dadgehê got ku hilweşandina dengên taybet û dervey welat û ya penaberan ne destûriye.

Dadgeha Federal a Iraqê diyar kir ku biryara hejmartina dengan a bi destan asayiye û destûriye. Herwiha dadgehê got ku divê tenê dengên ku guman li sere ji nûve were hejmartin û ew navçeyên ku tê de sextekarî nehatî kirin pêwîstî ji hejmartina dengan nayê kirin.

(rn)