Demîrtaş: Dengê xwe bidin demokrasiyê

32

Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek nivîskî weşand û wiha got; “Desthilata AKP’ê ya 16 salan wê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de têk biçe. Kesên ku deng didan AKP jî wê êdî rehet bibin. Wê xwe  ji dema ku AKP di desthilatiyê de bû zêdetir di nava aramî û ewlehiyê de hîsbikin. Jiyanek wekhev, adilane û azad 81 milyon kes heq dike.”

Demîrtaş di dewama peyama xwe de wiha got; “Pêwîste hemû gelên Elewî, Sune,  Kurd,Tirk, kesên muxalîf, Kemalîst û hemû kesên sosyalîst pewîste ji rabirdûyê ders werbigrin û piştgiriya derbazbûna qonaxa demokrasiyê bikin.

Emê bi hev re demokrasiyek bi hêz ava bikin. Em aştiya xwe ya navxweyî avabikin û di nava ewlehiyê de bijîn. Em vê bi destûrek nû ya bingehîn bi tac bikin. Piştre di nava demokrasiyê de em reqabeta xwe ya siyasî berdewam bikin, ne tirsa cûdabûnê ne jî tirsa înkarkirina hevdû bila ne nemine.

Tirkiye bi yekitiya demokratik wê pêşbikeve, ne bi desthilata yek kesî. Bi vê tegihiştinê emê  hemû cûrên tund û tujiyê heta hatayî ji rojeva Tirkiyê derbixin. 24’ê Hezîranê wê pêşiya aştiya mezin veke. Bila hemû kes ji guhertinan re amadebe. HDP klîla vê guhertinê ye.”

Selahattîn Demirtaş ragihand ku  pêwîste her kes biçe ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin demokrasiye, xwedî li dengê xwe derkevin û pêvajoya guhertinê bidin destpêkirin.

(rn)