Ebadî: Ti kordînasyoneke me bi Tirkiye yê re nîne

35

Serokwezîrê Iraq’ê Heyder Ebadî piştî civîna Desteya Wezîran daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo operasyoneke derveyî sînor a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ti kordînsyoneke wan bi Tirkiye yê re nîne.

Ebadî ji Tirkiye xwest ku rêz bide serweriya Iraqê û wiha axivî, “ Em girêdayî destûra bingehînin. Di serî de PKK em destûrê nadin ti kesî di nava axa Iraqê de çalakiyan bike. Ji ber ku PKK, ne hêzeke Iraqiye. Di heman demê de divê Tirkiye jî rêz bide serweriya Iraqê.”