Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê li Hewlêrê jî hat îlankirin

36

Hejmarek nûnerên aliyên siyasî, kesayet, parlementer, rewşenbîr û aktîvîstên Hewlêrê îro li Ofîsa Partiya Komunîsta Kurdistanê ya Hewlêrê civiyan û Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê îlan kirin. Ji berî niha Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê li Silêmaniyê jî hatibû îlankirin.

Aktîvîstê civaka medenî Elî Mihemed ku beşdarî civînê bibû, der barê armanca eniyê de ev agahî dan ajansa me; «Di civînê de me qala mijarên neteweyî û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê kir. Bi taybetî dagirkeriya dewleta Tirk a li herêma Biradost. Armanca avakirina eniyê ewe ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Hewlêrê zêdetir çalakiyan lidar bixîne.»

Herwiha di civînê de şêwaza çalakiyên li Hewlêrê werin lidarxistin jî hate guftûgokirin.

Di 3’ê Hezîranê de jî li Silêmaniyê jî aliyê hejmarek, rewşenbîr, parlamenter, aktîvîst û nûnerên aliyên siyasî û rêxistinan ve Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê hate avakirin û ji wê demê ve çend çalakî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk organîze kirine.

 

Elî Mihemed