Êzidiyên li kampan li benda alîkariyê ne

34

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’Ê li ser Şengalê, bi deh hezaran kes neçar man koçber bibin. Gelek ji wan derbazî Herêma Kurdistanê bûn. Wargeha Şêxan yek ji wargehên ku koçberên Êzidî têdene. Di wargeha Şêxan de zêdetirî 800 malbatên Êzidî hene. Êzidiyên di wargehê de di nava şert û mercên zorde dijîn. Ev çar sale hêjî piranî malbat bê çadirin. Di zivistanê de li ber sermayê ne û havînê jî li ber germayê ne.

Çadirên malbatên di wargehê de dijîn qediyane, di nava şert û mercên zor de dijîn. Ceyran jî li ser wan hatiye qutkirin.

Çavkaniyeke taybet ê ku nexwest navê xwe eşkere bike ku di nava kampê de dijî, diyar kir hîna jî ti daxwazên wan nehatine çareserkirin û wiha got; “Ev 10 mehe Amîr Ebo Elyas ku rêveberê bajarokê Mihetê yê ser bi parêzgeha Dihokê veye, çûye ji dervey welat û gel wisan hiştiye. Berdevkê rêveber yê binavê Ferhat Ehmed ku eslê xwe Ertuşiye ketiye şûna wî. Ehmed nikare tu karan bi rêve bibe û ji dema Remezanê ve serdana wargehê nekiriye.”

Çavkaniyê got ku wana gelek caran xwestiye çadirên wan bên nûkirin, lê destûr nehat dayîn, çadirên ku hatine hemû di hewşa rêveberiya wargehê de hatine danîn û nadin gel.

Li gorî agahiyên ji nava wargehê hatîn girtin her roja diçe rewşa penaberên Êzidî di nava wargehê de berbi xirabbûnê ve diçe.

Wargeha Şêxan dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kirin, ji bo penaberên Êzidî hatiye ava kirin. Şêxan girêdayî parêzgeha Dihokê ye.

(rn)