Goran ji bo Kerkûkê daxwaza odeya operasyona hevbeş dike

39

Berpirsê navçeya Dubiz a Kerkukê yê Tevgera Goran Mehmûd Mihemd ê bi Mele Ferman tê naskirin, li Ofîsa Tevgera Goran a Kerkûkê di derbarê rewşa ewlehiya Kerkûkê de daxuyanî da.

Berpirsê navçeya Dubiz a Kerkukê yê Tevgera Goran Mehmûd Mihemd wiha got; «Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha sala 2017’an rewşa ewlehiya Kerkûkê nebaşe. Roj nîne ku bûyerên ewlehiyê rû nedin. Sedem jî hêzên xerîb anîne li Kerkûkê bi cih kirine, her çiqas hêzên Iraqî ne jî.»

Mehmûd Mihemd diyar ku ji serokên komên partiyên Kurdistanî yên li Bexda xwestine ku serdana Kerkûkê bikin, ji bo ku ji rewşa Kerkûkê re çareseriyekê peyda bikin û got; «Herwiha me daxwaz kiriye ku weke koma Tevgera Goran ji bo pêkanîna madeya 140 kar bike. Ji ber ku heya ku em made nekeve meryetê wê herêm aram nebe. Heya başûrê Kerkûkê rewşa ewlehiyê xerabe. Lewma pêwîste em û hemû welatî zextekî medenî çêbikin, ji bo ku odeya operasyona hevbeş bê avakirin, ji bo ku rola hêzên Kurd jî di parastina Kerkûkê de hebe.»