Di 24’ê Hezîranê de li Tirkiyê hilbijartin wê bên kirin. Li aliyê din jî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê berdewamin. Di vê derbarê de Şêx Ebdulrehman Neqşîbendî ku şêxê Neqşîbendî li navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyala dimîne ji ajansa me re axivî.

Şêx Ebdulrehman Neqşîbendî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê encama êrîşên li ser gelê Kurd li parçeyên din e û wiha domand; “Tirkiye naxwaze bi ti şêweyek desthilatek a Kurd hebe. Dixwaze Kukrdan vegerîne pêş 100 salan. Naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn ti mafek ê wan hebe. Erdogan kesek nexweşe û Tirkiye kiriye welatek leşkeri.”

Şêx Ebdulrehman diyar kir ku li hemberî gefên li ser gelê Kurd yekîtiya netewî pir giringe û wiha domand; “Yekîtiya netewî yekane rêya çareseriyê ji bo Kurdan ku bigehin armanca xwe. Weke şêxek ê Neqşîbend banga min ji bo bawermend û mûrîdên tarîqata Neqşîbendî li Tirkiyê ewe ku piştgirî û alikariya Erdogan nekin. Erdogan bi navê Îslamê welat wêran kiriye.”

Şêx Ebdulrehman di dawiyê de wiha got; “Erdogan kesên bê buneh ji zarok, jin û kalan bigire dikuje. Wêrankariyên Erdogan dike ji bo berjewendiyên hizba xwe ye, ti peywendî bi Îslamê re nîne. Ji bo wê daxwaz ji mûrîd û şêxên Neqşîbend li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiye dikim, çewan dema buhrî hestê netewî hebûye, niha jî hilbijartinên vê carê yên Tirkiyê bi ti şêweyek alikariya Erdogan û AKP’ê nekin. Piştgiriya Kurdan bikin.”

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here