Jina ku agir bi bedena xwe xistibû jiyana xwe ji dest da

37

Beriya mehekê hatibû gotin ku li bajarokê Serkepkan ya ser bi Ranyayê jineke ciwan a bi navê (S.H) ya temen 20 salî agir bi bedena xwe xistibû.

Piştî şewatê jina ciwan ji bo dermakirinê rakiribûn nexweşxaneya lezgîn a Silemaniyê. Lê, ji ber şewata zêde (S.H) rizgar nebû û  ji ber şewata zêde duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku kuştin, şewitandi û xweşewitandina li Başûrê Kurdistan rêjeyek zêde li ser vê yeke Rêveberiya Pêşîlêgirtina Tundutujiyê ya li dijî jinê û Rêxistina Jina bê helwestin.

Li gorî agahiyên bi dest ajansa me ketiye li Başûrê Kurdistanê di nava 6 mehên sala 2018’an de 163 welatî yan hatine kuştin yanjî xwe kuştin e.

(ep/bz)