Li bajarê Silêmaniyê roja Şemiyê 23’ê Hezîranê saet 16:00’ê li ser Cadeya Salim (Saholeke) heya Parka Nalî bi însiyatîfa Eniya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriyê meşek girseyî bê lidarxistin.

Gelê Silêmaniyê û hemû pêkhate û partiyên li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê wê di vê meşa girseyî û hevbeş de helwesta xwe deynin holê. 

Endama Eniya Niştîmanî ya li dijî dagirkeriyê Bêrîvan Mihemed jÎ ji bo beşdarbûna vê meşê bang li hemû şêniyên Silêmaniyê kir ku tevlî meşa Şemiyê bibin.

Bêrîvan her wiha diyar kir ku ger gelê Başûr û pêkhateyên wê ji dagirkeriyê re bêdeng bimînin wê Başûr rû be rûyê dagirkerî û qirkirinê were û axaftina xwe wiha bi dawî kir, » Eraê hemû kesê ye ku tevlî meş û çalakiyên li dijî dagirkeriyê bibin û hêz û aliyên li hemberî dagirkeriyê bêdengin, şermezar bikin.”

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here