Kurd yek ji gelên ku herî zêde ji xaka xwe hatine dûrxistin, biçûk hatine dîtin û welatê wan hatiye talankirin e. Lewma belkî jî wateya xakê herî zêde ew dizanin. Li ser xaka xwe, di bin êrîşên hovane de bin jî xwe azad dibînin.

Ji ber vê yekê ku xaka xwe wekî çavkaniya azadiyê dibînin, navê wê li zarokên xwe dikin. Di vê dema ku çalakiya Mertalên Zindî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dikin de, malbatên Binarê Qendîlê vê rastiyê carek din radixin ber çavan.

Malbatek ku di dema Berxwedana Serdemê ya Efrînê de berê xwe dabû Rojava û Efrînê, niha li kêleka Mertalên Zindî ye.

Endama malbatê ya ku balê dikişîne jî, zaroka herî biçûk e. Navê wê Niştiman e û hîn 3 salî ye. Di dema berxwedana Efrînê de li gel malbatê çûye Rojava û gihîştibûn Efrînê.

Niştimana biçûk her çiqasî tiştek ji wan bûyeran fêm nekiribe jî, wekî hemû zarokan hestên xwe yên azad, bi helwest û rûkeniya xwe nîşan daye. Li ser lênuska xwe bi hestên zarokatiyê resmên şervanên azadiyê xêz kirine.

Niştiman niha jî bi malbata xwe re li Binarê Qendîl ev hefteyeke li gel ciwanên ku çalakiya Mertalên Zindî daye destpêkirin, disekine. Niştiman li vir bûye çavkaniya moralê ya Mertalên Zindî.

Li vir jî di destê we de lênusk, dîsa wêneyan xêz dike.

Malbat û Niştimana biçûk, bi vê helwesta xwe di heman demê de peyamek watedar dide û girîngiya xaka azad ji bo mirovan vedibêje.

Belkî jî vê helwesta malbatan herî baş ev benda helbestan Ebdullah Goran vedibêje; “Kurdistan Niştimanî Can.”

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here