Nivîskar Ferec: Erdogan bê rêziyê li xweza û zindewarên Kurdistanê dike

30

Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û gefên li dijî Qendîlê dibe sedema nerazîbûna hemû pêkhate û gelê Başûrê Kurdistanê. Nivîskar û rojnameger Letîf Fatîh Ferec li ser gefên Tirkiyeyê ya li dijî Qendîlê ku Kurd weke qeleya  xwe ya berxwedanê bi nav dikin axivî û diyar kir ku Qendîl ne gundeke biçûke ku hema Tirkiye bikeviyê.

Nivîskar Latîf balkêşa ser coxrafyaya Qendîl û diyarkir ku Qendîl ne gundek biçûke ku leşkerên Tirk bikevin navde û jê der bikevin. Latîf got; “Qendîl ji dîroka xwe ya kevnar heya niha ve azade. Lê çeteyên Tirk bêrêziyê li hember xwezaya Qendîl dikin. Dar dişewitînin, lawiran dikujin û xwezayê xira dikin. Li gel vê bê edebiyê jî mixabin hinek Kurd ji Erdogan re dibêjin ‘xelîfeyê Mûsilman’.”

Nivîskar Latîf diyarkir ku leşkerên Tirk bi rehetî nikarin li Colemêrg, Dêrsim û bajarên din yên Bakûrê Kurdistanê jî bigerin û wiha domkir; “Leşkerên Tirk nikarin bi xwesteka xwe li hinek bajarên Bakûrê Kurdistanê jî tev bigere. Lê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)  gelek bi hesas tev digere û naxwaze bajarên Bakûrê Kurdistanê bên wêrankirin.  Ji ber vê yekê heya vê kêliyê jî, Kurd aştî û azadiyê dixwazin. Kurd peyama bihevre jiyankirinê didin.”

Nivîskar Letîf di dawiyê de jî bal dikêşe ser dîroka dagirkeriyê ya dewleta Tirk û dibêje; “Di dîrokê de hertim dewleta Tirk dijminahiya Kurdan kiriye. Hertim Tirkiye li hember mafê Kurdan bûye asteng. Lê hertim Kurdan li hemberî vê yekê jî peyama aştî û jiyana bi hev re daye.”

(rn)