Li Baxê Giştî ya Helebce Rêxistina Hevkariya Yasayî ya Jina, Destaya Xaniman a Helebce û Ofîsa Mafê Mirovan a Helebce bi boneya salvegera derketina, yasaya li dijî tûndûtûjiya li dijî jinan a ji aliyê parlamentoya Herêma Kurdistanê ve hatî derxistin, çend çalakiyên cuda lidarxistin.

 Di destpêka çalakiyan de Parêzerê li Rêxistina Hevkariya Yasayî ya Jinan kar dike, Biryar Mihemed rapora têkildarî tûndiya li dijî jinan li Herêma Kurdistanê pêk hatin eşkere kir.

Li gorî raporê, di sala 2016’an de li Silêmaniyê 796 bûyerên şîdetê çêbûne, ji vane 26 bûyerên kuştin û xwekuştinê. Di sala 2017’an de bûyerên şîdetê gihîşt 2031 bûyeran. Kuştin û xwekuştin jî bilind bû û gihişt 31 kesan.

Li Hewlêrê, di sala 2016’an de 4 hezar û 385 bûyer li dadgehê hatine tomarkirin. Di sala 2017’an de jî 5 hezar û 29 bûyer hatine tomar kirin.

Li parêzgeha Helebce, di sala 2016’an de 231 bûyer û di sala 2017’an de jî 271 bûyer pêk hatine. Di sala 2016’an de 5 bûyerên xwekuştin û kuştinê çêbûne. Lê di sala 2017’an de 3 bûyer.

Parêzgeha Dihokê, di sala 2016’an de 3 hezar û 351 bûyer, di sala 2017’an de jî 4 hezar û 98 bûyer.

Li Germiyan, di sala 2016’an de 680 bûyerên tûndiyê hatine tomarkirin, di sala 2017’an de jî 902 bûyer.

Parêzer Biryar Mihemed diyar kir ku her çiqas ku rêxistinên civakî û beşên cûda yên civakê bi çalakiyan tûndiya li dijî jinan şermezar kirine û zext li hikûmetê û aliyê peywendîkar kirine jî, lê hikûmet û aliyên peywendîdar bêdeng û xemsarin.

Parêzer Biryar Mihemed got ku yek ji sedemên zêdebûna tûndiyê krîza aborî ye.

Di dawiya raporê de ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ev pêşniyar tên kirin.

— Avakirina dadgehên taybet û danîna dadwerên taybet.

— Li hemû bajaran vekirina navendan.

-Li van navendan ximzeta herî baş ji bo jinan bê kirin.

— Zêdekirina belavokên hişyarê, di warê yasayê de.

— Li hemû bajaran avakirina nexweşxaneyên taybet ên derûnî.

Di dawiya çalakiyan de berhemên dest ên jinan hatin pêşkêşkirin.

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here