Parlamanterên YNK’ê: Kerkûk bi komployekê re rû bi rû ye

33

Parlamenterê Iraqê ji fraksyona YNK’ê Mihemed Osman û Şiwan Dawidî îro li ofîsa Parlamentoya Iraqê ya bajarê Kerkûkê li ser rewşa ewlehiya bajarê Kerkûk  daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Parlamentere YNK’ê Mihemed Osman diyar kir ku demeke li parêzgeha Kerkûk komployek qirêj tê lîstin û wiha domand; “Ev ji dibe sedem ku welati dest ji cihê xwe berdin. Her roj êrîş li ser Kurdan tê kirin. Ev deme êrîşên terorîstî bi taybet navçeyên ku Kurd tê de dijîn, liv û tevger zêdebûye û bi taybet ji li navçeya Daqûqê.”

Mihemed Osman bal kişande ser vê yekê jî: “Polîtika û lîstokên Ereban wisan kiriye ku Kurd bajarok, navçe û malên xwe vale bikin û penaber bibin. Ji bo ku em pêşî li van êrîş û gefên li ser Kurdan tên kirin, pêwîste hêzek hevbeş di navbera hêzên Iraq û pêşmergeyan de çêbibe û ewlehiya bajar bigirin ku pêşî li riştina xwînê were girtin.”

Her wiha li ser pirsa rojnamegeran ku dibeje, ‘kîjan alî û kes êrîş dikin ser Kurdan’  Şiwan Dawîdî wiha got: “Êrîş û komplo bi agahiya rayedarên rêveberiyê û hizbên pêkhateyên din dijî Kurdên Kerkûkê tên kirin. Agahiya me ji hemû tevgerên wan hene. Navê kesan li gel me hene ku civiyane, dem û cihê lê civîne jî li gel me heye.”

Şiwan Dawidî herî di dawiyê de ev jî got; “Di demek kurt de 3 kes bi guleyên hêzên Iraqê hatin şehîdkirin. Li herêma gule hatine berdan lêkolîn tê kirin, em ji vê nerazîne. Ji ber ku xelkê neçar dikin di dema lêkolînê de weke ew dixwazin baxivin. Ji bo wê jî em dixwazin lijneyek bê alî bê avakirin. Emê li hemberî van êrîşan bêdeng nebin.”

(rn)