Parlamenterên Herêmê têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê bi partiyên Fransayê re civiyan

33

Parlamenterê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Salar Mehmûd û Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn yên Herêma Kurdistanê di nava du rojên borî de, li gel berpirsên Partiya Kesk a Fransa û Partiya Komunîst a Fransa civiyan.

 Parlamenterê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Salar Mehmûd têkildarî hevdîtinan ev agahî dan; «Mijara ketina artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û tawanên ji ber derbaskirina sînoran û êrîşên hewayî çêbûyîn, mijara civînên me yên li gel herdu partiyan bûn. Di hevdîtinê de me daxwaz ji parlamenteran kir ku ji bo hilweşandina cezayê çalakvanên Kurd ên Îranê û bi taybet Hisên Ramîn Hisên Penahî bixebitin.»

Yek ji mijara hevdîtina parlamenterên Herêma Kurdistanê û berpirsên Partiya Kesk û Partiya Komunîst a Fransa berdana namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahedîn Demîrtaş û parlamenterên din ên HPD’ê yên hatine girtin bû.»

Salar Mehmûd diyar kir ku ji wan xwestina piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha herdu parlamenteran ji herdu partiyan xwestine pêşniyarnameyekê ya li dijê firîna balafirên şer ên Tirkiyeyê li ser xaka Kurdistanê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê bikin.

Sekreterê Partiya Kesk a Fransa Ebdulselam Kilêş piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd diyar kir û ragihand ku wê van mijaran li gel parlamenterên girêdayî wan niqaş bikin û bibin civîna parlamentoyê.

Li gorî daxuyaniya Salar Mehmûd, nûnerê Partiya Komunîst jî piştgiriya xwe ya ji bo xebata gelê Kurd û dilsoziya xwe anî ziman û soz daye ku hemû belgeyan pêşkêşî palamentoyê bikin ji bo kar li ser bikin.