Bi salane aloziya herêmên nakok yên Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Ev alozî piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’ê zêdetir bûne. Bajarokê Qeretepe yê girêdayî navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyala jî yek ji wan navçeyane ku alozî jê xilas nebûye û dibin êrîşa çeteyên DAIŞ deye.

Berpirsê komîteya Qeretepe yê YNK Mihemed Omer li ser aloziyên Qeretepe ji ajansa me re axivî. Omer got; “Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û referandûmê liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li sînorê navçeya Qeretepe zêde bûye. Bi eşkereyî li ber çavê herkesê, çete bi wesayitan di nava gundên li ser sînor de digerin. Desthilatdariya çeteyên DAIŞ’ê li gundên rojavayê Qeretepe zêde bûye.”

Omer di dewama axaftina xwe de got ku liv û tevgera çeteyan a li ser sînor cihê metirsiyê ye, ji ber ku çete li van deran tenê xwe bi rêxistin dikin. Omer diyar kir ku ger hevgirtinek di navbera pêşmerge û hêzên Iraqê de nebe, metirsiyek mezin a dagirkirina çeteyên DAIŞ ya Qeretepe heye.

Di dawiya axaftina xwe de berpirsrê komîteya Qeretepe yê YNK’ê got; “Ji ber liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê, her roj malbatên gundên sînor û pêkhateyên cûda malên xwe berdidin û berbi navçeyên aram ve diçin.”

Bajarokê Qeretepe li ser navçeya Xaneqîne û dikeve başûrê bajarokê Kifrî yê ser bi îdareya Germiyan. Di navçeya Qeretepe de, pêkhateyên Kurd, Ereb û Turkmen dijîn.

(rn) 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here