Yekgirtû: Em dagirkeriya dewleta Tirk red dikin

41

Dewleta Tirk bi dehan kîlometre ketiye nava xaka Başûrê Kurdistan û dagirkiriye. Her roj dewleta Tirk ji deverên dagirkirî gundên Başûrê Kurdistanê dide ber topan. Heya niha di encama êrîşên Tirkiyeyê de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Her roja diçe nerazîbunên hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê zêde dibe.

Îro Emîndarê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê  Selahedîn Behadîn, di derbarê biryara dadgeha Federal a Iraqê ya di derbarê hejmartina dengan a bi dest de, li avahiya xwe ya Silêmaniyê daxuyaniyek a çapemeniyê da.

Behadîn got ku ew weke Yekgirtû wê li gorî biryara dadgeha Federal a Iraqê tev bigerin û weke biryarek erênî dibînin. Behadîn diyar kir ku bi taybet biryara jinûve hejmartina dengan a bidest biryarek baş û ewê weke Yekgirtû encama hejmartina dengan a bi dest bi pejirênin.

Emîndarê Yekgirtû bang li aliyên Kurd jî kir daku weke opozosyon hev bigrin û bi yek deng li dijî gendeliyê derbikevin.

Emîndarê Yekgirtû li ser bêdengiya welatên cîhanê a li hember dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê xemginiya xwe anî ziman û li ser pirsek a peyamnêrê RojNews ya li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, Behadîn got; “Yekgirtû dagirkeriyê red dike. Agadariya dewletên din ji vê mijarê hene. Eger hevkariya wan nebe, ji bo çi tu helwestek wan nîne.”