Bi hezaran gelê Başûrê Kurdistanê ku îro dijî dagirkeriya dewleta Tirk çûn Qendîl, li vir meşek girseyî lidar xistin. Gel ji gundê Pirdeşar heya gundê Bergirkê meşiyan û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê de li ser nave ciwanên mertalên zindî Tolhildan Zîlan axivî û got; “Pêwîste hemû gelê azadîxwaz xwedî li berxwedana Qendîlê derbikevin. Em hemû ji dizanin dewleta dagirkera Tirk niha xaka Başûr dagirkiriye. Ev dagirkerî ne tenê li ser Qendilê li ser tevahî destkeftiyên xaka Kurdistanê ye ji ber vê çendê divê em xwedî li xaka Kurdistanê derbikevin.”

Tolhildan Zîlan bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriyê şermezar kir û got ku bêdengî rêya xiyanetê ye û wiha dewam kir; “Qendîl xwedi nirxwekî dirokiye. Ji ber vê çendê divê hemû gelê Kurd berê xwe bidin Qendîl. Divê em bi ruhê netewî bifikirin û li dijî vê dagirkeriyê rawestin. Ev daxwaza Erdogan a dagirkirina Kurdistanê wê tenê weke xewn bimîne. Heta ku kesek azadîxwaz ê Kurd mabe wê ev xewna Erdogan nebe rastî. Em niha li Qendîlin, bila Erdogan bi ferme bê Qendîlê wê bîbine ku wê bi çî berxwedanê re ru bi ru bimîne.”

Tolhildan Zîlan bang li hemû ciwan û gelê Kurd kir ku berê xwe bidin Qendîlê.

Piştre li ser navê Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê mamosta Perwes axivî û wiha pêde çû; “Hêzên gerîla bûn li Kerkûk, Celewla, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin. Nehiştin xaka Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin. Erdogan bi hinceta hebûna gerîla dixwaze xaka Başûr dagir bike. Divê hemû partiyên siyasî û gelê Kurd vê yekê bizanin, Erdogan dixwaze hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike. Em weke gelê Başûrê Kurdistanê wê li dijî dagirkeriyê rawestîn.”

Piştre Mele Saman Sengawî axivî, bang li alema Îslamê kir û wiha got; “Îro Qendîl û Başûrê Kurdistanê di bin metirsiya dagirkeriyê de ye. Divê hemû meleyên me di xûdbeyan de banga parastina xaka Kurdistanê bikin.”

Sengawî wiha dawî li axaftina xwe anî; “Îro roja xîret û roja berxwedanê ye. Bang li ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê dikim ku berê xwe bidin Qendîlê. Ger Qendîl bê girtin, wê radestê çeteyên DAIŞ’ê bikin.”

Her wiha Hevserokê Şaredariya Qendîl Mihemed Hesen xêrhatina welatiyan kir û wiha got; “Emê ti demê serê xwe li hemberî dewleta Tirk ne tewînin. Dewleta Tirk dixwaze ew rihê netewî yê di Newroza Qendîl de derdikeve holê, tine bike. Xewna Erdogan a girtina Qendîlê wê ti caran nebe rastî. Ev jî bi saya we û îradeya berxwedêr ya Kurd e.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Qendîl’, ‘Terorîst Erdogan’ bidawî bû.

Piştre gel ber bi Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasungur a li Qendîlê ve meşiyan.

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here