Bi hezaran kes li Qendîlê dimeşin

52

Bi hezaran welatiyên ji Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Raperîn û Şarezor serê sibehê derketibûn rê, gihîştin Qendîlê. Girseya gel li vir çû mizgeftê û nimêja înê kir. Di xutbeyê de dagirkeriya dewleta hat şermezar kirin.

Piştî nimêjê girseya gel derbasî gundê Pirdeşalê bû û dest bi meşê kir. Di meşê de pankartên wekî, “Serî hilde, dagirkeriyê têk bibe”, “Ciwan çiya vala nakin” û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin vekirin.

Girseya gel her wiha li ber strana “Lêxe gerîla lêxe, agirê şoreşê pê” hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriyê anî ziman. He wiha dirûşmeyên, “Bijî gerîla”, “Bimre dagirkerî”, “Bijî serok Apo” tên berzkirin.

Meş didome.

(rn)