Îro saetên serê sibehê bi sedan welatî ji navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, berê xwe dan Qendîlê.

Welatî bi şêweyek girseyî çûn serdana çalakiya mertalên zindî ku 8’ê Hezîranê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Qendîl hatiye destpêkirin, û tê payîn ku piştre daxuyaniyek bidin çapemeniyê.

Her wiha welatiyan alên PKK, YPJ, ala Başûrê Kurdistanê, PADÊ, Tevgera Azadî bilind kirin û dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk qêr kirin.

Hêjay gotinê ye piştî welatî gihan Qendîlê, balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmê difirin.

(rn)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here