Çalakvan banga helwesta dijî dagirkeriyê dikin

39

Dewleta Tirk bi qasî çend kîlometreya derbazî nav xaka Herêma Kurdiostanê bûye û rayedarên dewleta Tirk jî ji bo operesyona Qendîl û navçeyên li ser sînor her roj gefan li gelê Kurd dixwen. Di vê derbarê de çalakvanên ku ji ajansa me re axivîn, banga helwesta cidî ya dijî dagirkeriyê kirin.

Mamostayê zanîngehê û çalakvanê medenî Dr. Şiwan Ebdullah di derbarê armaca dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê wiha peyîvî; “Hatina dewleta Tirk a li nav xaka Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê ye. Erdogan dixwazê bi vê siyasetê dengê zêde bidest bixwe. Ji ber vê em neçarîn dijî dagirkeriyê rawestin û ji wan re bêjîn hun nikarîn êrîş bikîn ser Qendîlê.”

Şiwan Ebdullah wiha jî got: “Desthilata herêmî ya Kurdistanê alikarî dide dewleta Tirk. Her wiha ji aliyê PDK’ê ve alikarî ji bo Tirkiyê tê kirin û dagirkeriya Tirkiyê rewa dike. Ji bo wê jî, pêwîste dijî dagirkeriya Tirk gavên berçav bên avêtin. Pêwîste gelê Kurdistanê ji dervey welat û li welat bên gel hev û dawî li dagirkeriya Tirk bînin.”

Endama Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê û çalakvan Haje Salar jî li ser heman mijarê wiha got; “Dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê bi hewayî sînordar maye. Bi şêweyek hêsanî niha dikeve xaka Başûrê Kurdistanê. Pêwîste em hemû ji metirsiyan agahdar bin.”

Haje Salar wiha jî got; “Divê aliyên siyasî dijî vê dagirkeriyê xwedî bersivek cidî bin. Şert nîne hemû bersiv bi hêza leşkeri bin. Dikarin bi lihevkirinên siyasî bersiv bidin û metirsiyên dagirkeriyê nehêlin.”

(rn)