Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ciwanek temen 18 salî bi çekê dawî li jiyana xwe anî.

Cîgirê Rêveberê Tenduristiya Çemçemal Eyub Heme diyar kir ku vê êvarê ciwanê bi navê Şêrwan Ednan bi çekê  dawî li jiyana xwe anî û got ku cenazeyê wî ji bo Tiba Edlî ya Silêmaniyê hatiye şandin.

Eyub Heme eşkere kir ku Polîsên Çemçemal bûyerê lêkolîn dikin.

Li gorî daneyan li Başûrê Kurdistanê ji serê salê ve 166 kes yan hatine kuştin, yan jî dawî li jiyana xwe anîne.

Cîgirê Rêveberê Tenduristiya Çemçemal Eyub Heme

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here