Dewleta Tirk a dagirker netenê xaka Kurdistanê dagirkir dike, dixwaze bi rêya çand û hunerê û rêzefilmên xwe çanda Kurd jî dagir bike û bêbandor bike.

Derhênerê şano û filman Hawrê Qadir diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk tenê bi xakê re sînordar nemaye û dixwaze di aliyê çand û hunerê de jî dagirkeriya xwe berfireh bike û got: “Nivîskar û rewşembîr dikarîn binivîsên xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinîn. Hêza me heye ku em bikarin ji welatiyan re bêjin ku ev planeke  li diji gelê Kurd tê kirin û em dikarin wan hişyar bikin.”

Hawrê Qadir got ku rêzefilmên Kurdî pêwîstiyeke û diyar kir ku rêzefilmên Kurdî hene, lê kanalên ku biweşîne nîne û wiha pêde çû; «3 rêzefilmên min hatine weşandin û 10 jî senaryoyên wan amadene. Em daxwaza alîkariyê dikin, lê dibêjin ku pere nîne. Ew kanalên ku filmên Tirkî dikirin û doblaj dikin, li ser kanalên xwe parvedikin, qet na fikirin dewleta Tirk bêpere jî bidin wan dîsa ziyana wan kanalên Kurdî têdeye, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze çanda xwe pê belav bike.»

Derhênerê Kurd Hawrê Qadir  herî dawî wiha destnîşan kir“Em dikarin bi boykotkirina filmên Tirkî, li dijî vê têkdana çand û hunera Kurdî rawestin. Me gelek daxwaz kiriye ku ger kanalên me nexwazin rêzefilmên Kurdî biweşînin, çi nebe, bila rêzefilmên nêzî çanda Kurdî û guncav doblaj bikin.»

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here