Îro saet 11:00’ê Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê û bang li gel kir ku tevlî xwepêşandana sibe dijî dagirkeriya Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin, bibin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê Bêstûn Mihemed axivî û diyar kir ku weke kesayet, welatî, siyasetmedar û parlamenter li dijî metirsî û dagirkeriya li ser Kurdistanê heye rawestîne û Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê ava kirine.

Piştre endama heman eniyê Sema Mihemed jî axivî û got; “Roja Şemiyê 23’ê Hezîrana 2018’ê saet 16:00’ê li Cadeya Salim ber bi Baxê Giştî ve dijî dagirkeriya Tirk li ser xaka Başûr xwepêşandan bê lidarxistin.”

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here