Başûrê Kurdistanê her roj dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk û navçeyên sînorî heroj tên bombebaran kirin. Lê mixabin heya niha ne ji hikûmeta herêmê û ne ji partiyên siyasî helwestek cidî li hember dagirkeriyê diyar ne kirîne.

Mamostayê Zanîngehê li navçeya Seyîdsadiq Umêd Heme Baqî ku ji ajansa me re axivî, bal kişande metirsiyên dagirkeriya dewleta Tirk û wiha pêde çû: “Lê mixabin ev 27 sale desthilatdarên hikûmeta Herêma Kurdsitanê nikarin bi çi awayî têkiliyek baş li gel welatên cîran çêbikin. Heya nekarîne sînorên xwe li hemberî dagirkeriyê biparêzin. Ev yek jî lewaziya berpirsên Başûrê kurdistanê derdixwe hole di nav welatên cîran de. Ji bo armanca dagirkeran pêk neyê pêwîste aliyên siyasî yek deng bin.”

Umêd Heme Baqî  wiha jî got: “Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li gor berjewendiyên derve li ser welatên derve parve bûne. Ev jî bû sedem ku bi taybetî Tirkiye dagirkeriya xwe berdewam bike. Ev jî cihê şermezariyê ye. Erkê her takekesek Kurd e dijî vê dagirkeriyê raweste û helwest nişan bide.”

Umêd Heme Baqî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Dagirkerên Kurdistanê li gel derbaskirina sînorên serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê, di heman deme de bûne sedema zerer gihandina aboriya herêmê jî. Bi sedan welatiyên bê tewan bûne qurbanê vê yeke. Erkê hikûmet û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ye ku bi cidî li ser vê mijarê rawestin û ji bo dagirkeriya dewleta Tirk sînorek danin.”

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here