Gerîlayên Rojhilat: Qendîl xeta sor ya gelê Kurd e

38

Dewleta Tirk bi şêwazên cûr bi cûr gefên êrîşê li ser Qendîl û Başûrê Kurdistanê dixwe. Li ser van gefên dewleta Tirk du gerîlayên Koordînasyona Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji ajansa me re axivin.

Endamê koordînasyona KCR Ferzad Arêz ragihand ku Qendîl xeta sor a gelê Kurde û wiha domand; “Qendîl xeta berxwedanê ye ku kariye  heta niha bi azad bimêne û ti dagirker ne karîne gav ber bi wê ve bavêje. Heta niha ti dagirker nekarîne gav bavêjin Qendîlê. Her gavek ber bi qendîlê ve bê avêtin wê ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve bên şikandin.” 

Ferzad Arêz  di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir ku piştgiriya berxwedana qendîl bikin .

Her wiha endama koordînasyona KCR Ruheyv Agirî jî axîvî û got: “Bi salane ku êrişên li diji Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê heye, dewleta Tirk wê li Qendîlê winda bike. Bi wê serkeftinê jî wê îspat bibe ku gelê Kurd li dijî dagirkeriyê çiqas berxwedan dike.” 

Ruheyv Agiri daxuyakirin ku ew êrişên li ser Qendîlê bi mebesta propagandayê û dewleta Tirk dixwaze bi vî şerî îradeya gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê bişkîne û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Bê guman şerê Qendîl wê dawî li desthilata Erdogan bîne. çawa ku gelê Kurd di dema buhrî de Qendîl parastine, îro jî erkê hemû gelê azadîxwaze ku Qendîl biparêzin.”

(rn)