Karwanê welatiyên Başûr ber bi Qendîl bi rê ket

37

Îro saet 07:00’ê bi sedan welatî ji navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê bi armanca nerazîbûn û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bere xwe dane Qendîl.

Li bajarê Silêmanî bi sedan welatî, jin, ciwan û pêkhateyên cûda li ber Baxê Giştî kom bûn û ber bi Qendîl bi rê ketin.

Biryare piştî karwanê welatiyan gihan navçeya Ranya li vir hemû bibin yek û bi hev re bere xwe bidin Qendîl.

Hêjay gotinê ye k udi 8’ê Hezîranê de bi heman armancê ciwanên Başûr ber bi Qendîl ve meşiyan û li vir dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Çalakiya ciwanan berdewam dike.

(rn)