Li Hewlêrê kesek hat kuştin

37

Li Hewlêrê li ser Cadeya Sed Metreyî kur û bavê xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Di êrîşê de bav hate kuştin.

Berdevkê Polîsên Hewlêrê Hogir Ezîz diyar kir ku ji ber pirsgirêka dijmintiyê kur û bavê xwe rastî êrîşê hatin û di êrîşê de bav jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Polîsên Hewlêrê Hogir Ezîz got ku bûyerê lêkolîn dikin, lê hîn bikuj nehatiye desteserkirin.