Li Şengalê dirûna ceh û genim destpê kir

34

Gelê Êzidî û bi taybet ên Şengalê herî zêde debara xwe bi çandiyê û berhemên xwemalî dikin. Di demsala zivistanê de çavê  wan li barîna baranê ye, ji bo ku berhemekî baş ji çandiya wan derkeve. Sala ku baran kêm bibare cotyar ziyanê dibînin.

Li Şengalê cotyaran îsal jî dest bi dirûna ceh û genimên xwe kirin. Lê tevî ku cotyar dibêjin, îsal qismetê wan ev jî, lê dema ku berhemên xwe kom dikin, ji ber ziyanê xemgîn dibin.

Cotyarê bi navê Welîd Xidir ku xelkê  komalgeha Gohbel ya ser bi Şengalê ye û aletên  çandiniyê  û rakirina berhemên çandiniyê yên wî bi xwe, diyar kir ku gelê Şengalê herî zêde karê çandiyê dikin, lê îsal ji sûd ji çandiyê nedîtin û got; «Ger aletên rakirina berheman ne yê me bi xwe bûna,  me nedikarî em kiriya wan bidin, lê dîsa ji ber çandinî qismete, em spasiya Xwede dikin, dema baran kêm bibare em ziyan dikin. Îsal ji ber baran kêm barî me ziyat dît.»

Xidir da zanîn ku wan îsal 100 ton ceh û genim çandine, lê heya nihe 10 ton kom nekirine û daxwaz ji hikûmetê kir ku alîkariya wan bike û got: «Hikûmet bi gel re nabe alîkar. Ger bibûya alîkar, meyê aboriya xwe bi xwe xurt bikiriya, ji ber ku  deşta Musil û bi taybet erdên Şengalê ji bo çandinyê pir başin, lê hikûmet pişta xwe bi petrolê girê dide û çandinî pişguh dixe. Ger kesek bixwazibe bi van mekîna çandinyê bike, ji ber mazot ji aliyê hikûmetê ve nayê dayîn û gel jî feqîre nikarin çandinyê bikin.»

Welîd Xalid diyar kir ku hikûmetê hîn pereyê berhemên wan ê par nedane.