Nimêja Înê li Qendîlê li dijî dagirkeriyê bû

36

Îro ji saet 07:00’ê sibehê bi sedan welatî ji navçe û bajarên cûda yên Başûrê Kurdistanê dijî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe dane Qendîl. Piştî gel giha Qendîl serdana çalakiya mertalên zindî kirin û piştre nimêja roja Îniyê kirin.

Mele Saman Sengawî ku xûdbe da, wiha got; “Em îro nimêja Îniya pîroz li mizgeftên li Qendîlê dikin. Armanca me piştgiriya ciwanên me yên ku dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Qendîl û Başûrê Kurdistanê protesto dikin û bedenga xwe kirine mertal e. Weke ola me jî ferman dike, ji bo bersiva dijî bêdengiyê li virin.”

‘Emê li hemû cihî dinava berxwedanê de bin’

Sengawî axaftina xwe wiha domand; “Dijminek wiha ye ku êrîşê gorên şehîdên me jî dike ye. Ev dijmin ku êrîşê çiyayên me dike, di rastiyê de êrîşê îradeya me ya berxwedanê dike. Emê li hemû cihî dijî dagirkeriyê rawestin. Li bajar, gund û li serê çiyan her cihê em hebin, emê dijî dagirkeriyê rawestin. Erdogan ku xwe weke xelîfetê Îslamê binav dike, êrîşê hemû nirxên Mûslûmantiyê yên gelê Kurd dike û bi şêweyek hovane bombebaran dike.

Êrîşê mizgeft, goristan û gundên me dike. Ti eleqeya vê bi baweriya Îslamê re nîne. Tenê ji vê re dikarin mûnafiqî bê gotin. Meleyen Tirk di xûdbeyên xwe de fetvaya kuştina gelê Mûsliman dide. Me ji bo Efrînê dît. Gelo meleyen Başûrê Kurdistanê çi dikin? Hinek ji wan helwesta min û hinek meleyen din a dijî van êrîşan weke ‘kafirtî’ binav dikin.

Gelê Kurd wê xwedî li van çiyan derbikeve!

Di bawerî û hedîseyan de jî qala xwedîderketina li nirxê welatparêziyê hatiye kirin. Em Kurdên welatparêz divê xwedî li van çiyayên bibedew derkevin. Ev xak pîrozin û gelê Kurd wê xwedî liv an çiyan derbikeve.”

Piştî xûdbeyê, gel bi hev re nimêja roja Îniyê kirin.

Her wiha welatiyên gihan Qendîl piştî nimêja Îniyê wê dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşek lidar bixin û daxuyanî bidin çapemeniyê.

Piştre jî gel wê serdana Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasungur a li Qendîlê ye, bikin.

(rn)