Rêveberiya Başûr nehişt ciwanên Bakûrê Sûriyeyê biçin Qendîl

38

Li gorî nûçeya ANHA’yê, ciwanên Bakurê Sûriyeyê di çarçoveya biryara ku dê biçin Binarê Qendîlê de, îro berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Lê belê li Sînorê Sêmalka ji aliyê rayedarên başûrê Kurdistanê ve hatin astegnkirin.

Li ser vê yekê ciwanan hewl da di rêya pira li ser Çemê Dîcleyê re derbasî xaka Başûr bibin. Li aliyê din hêzên ewlekariyê yên Hikumeta Başûrê Kurdistanê rê girtine û destur nedin ku ciwan derbasî aliyê Başûr bibin.

Li ser sînor alozî didome. Berpirsekî meşa ciwanên Bakurê Sûriyeyê jî destnîşan kir ku ew ê der barê mijarê de daxuyaniyekê bidin.