Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, welatiyên ji gundê Bêzelê yê girêdayî bajaroka Şeladizê ya navçeya Amêdiya Dihokê bûn hedefa bombeyên balafirên dagirkeran.

Çavkaniyan ragihandin ku welatî îro serê sibehê ji bajaroka Şeladizê bi armanca ku karê bax û baxçeyên xwe bikin, çûn gundê xwe Bêzelê.

Dema ku gundiyan di nava baxçeyan de kar dikir, balafiran di saet 09.30-10’an de ew bombebaran kirin. Lê, piştî demek ku agahî ji gundiyan ne hate girtin, di saetên êvarê de bêyku ziyan bigihije wan saxlem gihîştine cihê xwe.

Hate gotin ku zirer gihîştiye bax û bostanan û her wiha xwezaya herêmê. 

Ji ber bombeberanê û rewşa ne ewle ya herêmê ku agahî ji welatiyan ne dihate girtin hatibû gotin 3 welatî jiyana xwe ji dest dane û 3 welatî jî birîndar bûne. Lê, li gorî agahiyên ku me herî dawî ji herêmê wergirtiye têgotin ku welatiyên rû be rûyê bombebaranê mane saxlem gihîştine cihê xwe. 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here