Dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê li herêma Bradost û Sîdekan berfirehtir bûye. Li hemberî vê jî nerazîbûna welatiyên herêmê her diçe zêde dibe. Welatiyên herêma Soran û Rewanduz ên girêdayî parêzgeha Hewlêr ji ajansa me re axivîn.

Yek ji welatiyên navçeya Rewanduz nivîskar Îbrahîm Baban diyar kir ku di encama desthilata xerab a AKP’ê de li Tirkiyê gelek kriz derketine û wiha domand; “Van krîzan jî Tirkiye xistiye nava aloziyek mezin, dibe di her kêliyê de teqînek mezin a girseyî çêbibe. Rejîma AKP’ê jî ji bo çavê cîhanê û hundirîn ji ser van krîzên navxweyî biguhere, bi hinceta şerê dijî PKK’ê hewl dide pirsgirêkan derbixwe dervey Tirkiyê.”

Îbrahîm Baban her wiha diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi hemû rêyan dijî Kurdan şer bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Divê em qebûl bikin ku Tirkiye hêzek dagirkere û dixwaze bi rêyên cûda cûda gundên Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bi vî şêwey jî bigehe armanca xwe.”

Her wiha berpirsê Nifşê Nû li navçeya Soran Xalis Fikrî jî daxuyakirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên diyar çavê xwe li dagirkeriya Tirk girtine û got; “Aliyên din jî tenê bi daxuyanî dagirkeriyê şermezar dikin. Ev jî nayê wateya hebûna helwestek rasteqîne. Divê di asta girseyî de jî helwestek cidî hebe. Ji ber ku artêşa Tirk dagirkere û armanca wê zelele.”

Xalis Fikrî got ku Tirkiye hewl dide dagirkeriya xwe li Bradost mayînde bike û wiha domand; “Li Bradost dewleta Tirk hêzek mezin kom kiriye û rojane herêmê topbaran dike. Li vê herêmê gund hene. Weke Nifşê Nû em bi hemû şêwey dagirkeriyê şermezar dikin. Divê leşkerên Tirk ji Başûr derbikevin.”

Welatiyek din a navçeya Soran bi navê Kelsum Gezneyî jî li ser dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê wiha peyîvî; “Mixabin roj bi roj metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê tevahî gelê Kurd zêde bûne. Nakokî û du parçebûna din ava hizbên Kurdistanê de, her wiha berjewendiyên aborî yên li gel Tirkiyê, derfetên hîn zêdetir ji bo Tirkiyê çêdike xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

Kelsum Gezneyî di dawiyê de jî wiha axivî; “Hinceta dagirkeriya Tirkiyê ne tenê hebûna PKK’ê ye. Tirkiye weke dema Osmanî li Başûrê Kurdistanê temaşe dike. Herêma Kurdistanê xistiye nava çarenûsek nediyar de. Dagirkeriya Tirk zererek mezin daye gelê Kurdistanê. Bi baybetî ji bo welatiyên Sîdekan û Soran. Tirsek mezin xistiye nava welatiyan de. Ji bo wê jî ev dagirkerî metirsiya herî mezine li ser Başûrê Kurdistanê.”

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here