Başûrê Kurdistanê dibin gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ye, rojene dewleta Tirk bi awayê cuda gundên sînor ên Herêma Kurdistanê bombe dike. Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî êrîşan bêdeng e. Welatiyên herêma Germiyan gotin ku divê hemû aliyên siyasî bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin.

‘Li dijî dagirkeriyê pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye’

 Rojnamger Jîno Xelîl diyar kir ku li dijî dagirkeriyê pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye û got; «Li dijî dijminên gelê me, li hemû parçeyên Kurdistanê pêwîstiya me bi yekîtiya û yekrêziyê heye. Mixabin ji ber ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê nexwedî yekîtiyekî neteweyî ya bihêze, dijmin bikêfa xwe êrîş dikin li ser me û tişta bixwazin dikin. Kesek nikare rê li pêşiyê bigire. Li parçeyekî Başûrê Kurdistanê jî hinek hizb hene ku alîkariya dijmin dikin.»

 ‘Divê aliyên siyasî bi yek helwestê li dijî dagirkeran rabin’

Rojnamger Jîno Xelîl eşkere kir ku divê aliyên siyasî bi yek helwestê li dijî dagirkeran rabin û wiha pêde çû; «Ne tenê du partî biaxvin û çar partiyên din bêdeng bin, divê hemû aliyên siyasî bi yek helwestê li dijî dagirkeran rabin.»

‘Ji ber berjewendiyên xwe bêdengin’

Aktîvîstê civaka medenî Hewkar Mihemed jî bal kişand ser bêdengiya aliyên siyasî û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hember dagirkeriya dewleta Tirk û got; «Du hizbên desthilatên Başûrê Kurdistanê ji ber berjewendiyên wan ên aborî û bazirganî li gel Tirkiyeyê û Îranê hene, bêdengî hilbijartîne. Ger Hewlêrê jî dagir bikin naxwazin biaxivin. Lewma berjewendiyên xwe xistine pêş berjewendiyên neteweyî. Deng ji wan dernakeve. Hinek partiyên din jî tenê daxuyaniyan didin.»

Hewkar Mihemed axaftina xwe wiha domand; «Ji bo berjewendiyên PDK’ê yên li gel Tirkiyeyê lawaz nebin, rojê heya êvarî sivîl werin kuştin û xak were dagirkirin cesareta bersivdayînê nîne, YNK jî bi heman awayî.»

‘Qendîl xeta sor e’

Herwiha mamosta û kurê şehîdekî YNK’ê Sîrwan Silêman diyar kir ku êrîşên li ser Qendîlê xeta sore û wiha got; «Emê ji bo Qendîlê canê xwe feda bikin. Eger Tirkiye vê xeta xwe berdewam bike, bersiva herî baş ji bo bersivdayîne. Pêşmerge û gerîla hebûnên ji hev nayên veqetandin in, wê bi hev re êrîşên dagirkeriyan pûç bikin. Belgeyên vê jî şerên li Gulale, Kerkûk û Daqûq in ka çawa li yek çeperê de li dijî DAIŞ’ê şer kirin.»

‘Divê li Başûr bi tûndî bersiva Tirkiyeyê were dayîn’

Mamosta Sîrwan Silêman got ku divê li Başûrê Kurdistanê bi tûndî bersiva Tirkiyeyê were dayîn û got; «Eger bixwaze êrîşî dergoşa berxwedanê Qendîlê bike, Kurd miletekî lehengin dikarin parastina xaka xwe bikin. Wê qet dest ji xebat û têkoşînê bernedin. Gelekî bi rûmet jiyan kirine wê bi rûmet bimînin.»

 

Rojnamger Jîno Xelîl

Aktîvîstê civaka medenî Hewkar Mihemed

Mamosta Sîrwan Silêman

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here