Iraq: Li Sûriyeyê 45 çete hatin kuştin

37

Wezareta Bergiriyê ya Iraqê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku balafirên F16 ên Iraqê li herêma Hecîn a Sûriyeyê civîna serçete û çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kir û cîhê wan rûxandin.

Wezareta Bergiriya Iraqê destnîşan kir ku di êrîşa hewayî de çend serçete jî di nav de 45 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û çend çete jî birîndar bûne.