Endamê encûmena komîsyona hilbijartinên parlamentoya Iraqê Seîd Kakeyî li ser malpera xwe ya tora civakî daxuyaniyek belavkir. Di daxuyaniyê de hat îda kirin ku li bajarê Bexdayê di dema karkirina karmendên komîsyonê de sindoq bi ser hinek karmendan de ketiye û di encamê de kesek miriye, 3 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Serokê Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan li Parlamentoya Iraqê Adil Nûrî der barê bûyerê de van agahiyan da ajansa me, “Sindoq wer hatibûn saxlem kirin ku ne gengaze ku qulipîn bin. Ev kareke plankirî û bi zanabûn bûye. Piştî ku dadgeha federal pêşniyara parlementoyê ya derbarê qanûna hilbijartinê de qebûl kir şûn ve ev bûyer rû daye. Ev hewldaneke ji bo veşartina sextekariyane, divê hikûmeta Iraqê pêşî li vêya bigire.”

 (rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here