Li Başûrê Kurdistanê bertekên gel ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, li Silêmaniyê bi pêşengtiya Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê bi beşdarbûna sedan kesî meşê destpê kir. Meşê li Cedaye Salim destpê kir û ber bi Parka Nalî ve diçe.

Gelek çalakvan, ciwan, jin û beşên cuda yên civakê beşdarî çalakiyê bûne.

Di meşê de pankarta, ‘Wê xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewelet Tirk a li ser Kurdistanê raweste’ hildan. Herwiha dirûşmeyên weke; «Şervan in, gerîlan in û pêşmergeyin’, ‘Em xelkê Silêmaniyê li dijî dagirkeriyê ne’ û ‘Derkevin derkevin dagirkeran’, ‘Bakur, Başûr û Rojhilat yek armanc û yek armanc’ û ‘Qendîl kelha berxwedanê ye.’ berz kirin.

 

 

 

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here