Di demên dawî de li Başûrê Kurdistanê rêjeya kuştin û xwe kuştinê zêde bûye. Bi taybet di van demên dawî de gelek nîqaşên devkî veguherîne şerê bi çek û ji ber vê gelek kes hatine kuştin. Li Başûrê Kurdistanê rêjeyeke zêde ya rakirina çekên bê ruxset heye.

Li ser vê yekê îro rêveberê polîsên Hewlêr Ebdulxaliq Telet, li ser bûyerên dawî yên li bajarê Hewlêrê qewimîn daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Rêveberê polîsên Hewlêrê Ebdulxaliq Telet di daxuyaniya xwe de got; “Me berê di derbarê çek hilgirtinê de qanûn derxistibû. Beriya şerê DAIŞ’ê dihat plankirin ku hemû çekên di nava malan de werin komkirin. Lê bi hatina çeteyên DAIŞ’ê re welatî çek ji bo xwe kirîn. Operasyonên me yên li hemberî ew kesên ku çek hildigirin berdewam dikin. Me di nava rojekê de 110 kesên xwedî çekên bê ruxsetin binçavkirin. Lê ji ber hebûna aloziyan em nikarin çekan ji herkesê bigrin.”

Rêveberê polîsan Ebdulxaliq di dawiyê de, balkêşa ser destûr wergirtina taybet a ji bo kesên ku çek hildigrin û got; “Destûra çekan tenê ji bo kesên ku gelek pêwîstî pê heye ye. Lê, em hewl didin bi tevahî destûra çek hilgirtinê rakin. Li zindanên Herêma Kurdistanê zêdetirî hezar û 650 kesên tawanbar hatine girtin. Niha jî 400-500 kes hatine berdan. Ev kesane di encama lihev hatina di navbera malbatan de hatine berdan. Ji ber ku dema malbat li hev hatin kesên hatine girtin tên berdan. Ev yek jî dibe sedema dûbarebûna heman sûcan.”

(rn)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here