Li Başûrê Kurdistanê bertekên gel ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, li Silêmaniyê bi pêşengiya Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê bi beşdarbûna hezaran kesî meşek hate lidarxistin. Meşê li Cedaye Salim destpê kir û heya Parka Nalî berdewam kir.  

Gelek çalakvan, ciwan, jin û beşên cuda yên civakê beşdarî çalakiyê bûn.

Di meşê de pankarta, ‘Wê xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewelet Tirk a li ser Kurdistanê raweste’ hildan. Herwiha dirûşmeyên weke; «Şervan in, gerîlan in û pêşmergeyin’, ‘Em xelkê Silêmaniyê li dijî dagirkeriyê ne’ û ‘Derkevin derkevin dagirkeran’, ‘Bakur, Başûr û Rojhilat yek armanc û yek armanc’ û ‘Qendîl kelha berxwedanê ye.’ berz kirin.

‘Divê her kes li dijî dagirkeriyê rabe ser piyan’

Piştî ku meş gihişt Parka Nalî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniya ji aliyê Cîhad Kerîm ve hatî xwendin de wiha tê gotin; «Divê tevahiya beşên civakê û bi taybet jin û ciwan li dijî dagirkeriyê rawestin û bibin mertalên zindî. Timî ser piyan bin. Herwiha divê hikûmet û parlamentoya bêdengiya xwe bişkênin û parlamentoya Herêma Kurdistanê rûniştinek taybet li ser dagirkeriyê pêk bîne.»

‘Divê Iraq û Herêma Kurdistanê demildest Tirkiyeyê derbixe’

 Bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê hate kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest û hate diyar kirin ku divê bi eşkere helwesta xwe zelal bikin û wiha tê gotin; «Divê hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê demildest dagirkerên Tirk derbixin derve û biryara herdu hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê bêxin meryetê.»

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî tê kirin ku bêdengiya xwe ya li dijî dagirkeriyê bişkênin û wiha tê destnîşan kirin; «Divê hemû aliyên siyasî xwe yek alî bikin. Herwiha divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan  ên cîhanê zextê li Tirkiyeyê bikin, ji bo rawestandina  êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê.»

Her wiha di çalakiyê de bang li rejîma Îranê hate kirin ku darvekirinên girtiyên siyasî yên Kurd û bi taybet Ramîn Hisên Penahî rawestîne.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here