Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wê di 24’ê Hezîranê de hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê pêk werin. HDP jî weke partî beşdarî hilbijartinê dibe û ji bo namzetiya serokkomariyê Selahedîn Demîrtaş destnîşan kiriye. Welatiyên Şengalê bang li Êzidiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin ku dengê xwe bidin HDP’ê û Demîrtaş.

Welatiyê bi navê Simo Yusif ji ajansa me Rojnews re axivî û got:“Em wek gelê Êzidî û teybat gelê Şengalê ji gelê xwe yê Êzidî ku li Tirkiyeyê dijîn, dengê xwe bidin HDP’ê. Ji bo ji bin desthilatderiya Erdogan derkevin.  Ger dengê xwe biawayekî rest bi kar nayînin wê bi sedan ferman werin serê gelê Kurd û bi teybat serê gelê Êzidî. Em hemû dizanin ku egr Erdogan bi ser bikeva ferman wê werin serê me. Gefên Erdogan li ser Şengalê û çewa dibêje, em ê li Şengalê bidin ev ji desthilat deriyê tê, ji ber vêyekê pêwîste, em dengê xwe bidin xwe û Selahdîn Demirtaş bi ser bikeva û planên dewlata Tirk ên qirêj  bin bikevin.»

‘Serkeftina Erdogan tê wateya fermanan’

Yusif got ku serkeftina Erdogan ji gelê Êzidî re tê wateya fermanan û wiha pêde çû:“Ji gelê Êzidî re serkaftina Erdogan tê wetaya fermana 75’an, ji ber ku tevahiya cîhanê dizane ku ev fermanên ku dihatin serê me Êzidiyan sedama wê dewlata Tirk bû. Bile gelê Kurd bigiştî zanibin ku dewlata Tirk dixweze me j hevdu qut bike û me bike parçe. Niha dewlata Tirk dixweza bikeve Başûrê Kurdistanê. Ji ber vê jî hêviyên me yên mezin hene ku her kes dengê xwe bidin vîna xwe û rê li ber van  fermana bigirin û gelê kurd û biaramî bijî.»

 

Yusif Silo bang li Êzidiyên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê kir ku denge xwe bi din xwe û got:“Ger em dixwezin rê li ber fermana bigirin, em ê dengê xwe bidin HDP’ê.»

‘Serkaftina HDP’ê pêşîgirtina fermanan e’

Ciwanê bi navê Nasir Hesen jî bang li Êzidiyan kir ku deng bidin HDP’ê û Selahedîn Demîrtaş û wiha destnîşan kir:“Em ji gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê dixwazin ku dengê xwe bidin HDP’ê, da ku dawî li desthiladariya faşîst bê, bi taybet divê gelê Êzidiyê yê li Bakur rabin ser xwe û di 24’ê Hezîranê de bersiva fermanên ku Tirkiyeyê anîne ser civaka me li ser sindoqên dengan bidin.» 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here