Artêşa Tirk gundê Sîran yê Sîdekanê da ber topan

48

Artêşa Tirk a dagirker tevî ku KCK’ê ji bo selametiya hilbijartinê 24 saet xebatên leşkerî û çalakî da rawestandin jî êrişên xwe yên li dijî Kurdan nade sekinandin. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatiye girtin gundê Sîran a ser bi Sîdekanê ku dikeve herêma Biradostiyan serê vê sibê topbaran kiriye.

Li gorî agahiyên dest pêkê ti zirereke giyanî çênebûye lê, agir bi derdora gund ketiye.

Hate gotin ku gundî piştî topbaranê ji bo vemirandina agir seferber bûne.