Welatiyên Hewlêr li dijî dagirkeriyê daxwaza yek helwestiyê dikin

33

Nerazîbûna welatiyên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr berdewam dike. Welatiyên Başûrê Kurdistanê bi vê boneye ku ji ajansa me re axivîn, bal kişandine ser yek helwestiya dijî dagirkeriyê.

Yek ji welatên bajarê Hewlêr hiqûqnas Ehmed Kawanî diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne yasayî ye û got ku divê hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê li hemberî vê helwestên cidî nişan bidin.

Ehmed Kawanî daxuyakirin ku dewleta Tirk hemû mafên mirovî binpê kirine û bi sedan malbat ji herêmên dagir kirine neçarî koçberiyê kirine.

Her wiha çalakvanê civaka medenî û rojnameger Alan Sahêbqiran jî rexne li aliyên siyasî yên Başûr kir û got; “Li cihê aliyên siyasî şerê dijmin bikin, hemû ew hêza heye di şerê nav xweyî de bikar anîne.”

Di dawiyê de jî Alan Sahêbqiran got ku niha jî ne direnge û ji bo têkoşîna dijî dijminê gelê Kurd pêwîste yekgirtî bin.

(rn)