Di malê de mirina bi guman

33

Li Başûrê Kurdistanê roj nîne ku jin ji ber serdemên cûda xwe nakujin û nayên kuştin. Vê carê jî hat îda kirin ku jineke ciwan a temen 16 salî ya bi navê (R.K) di malê de bi cifteyê (çeka nêçîrê) dawî li jiyana xwe aniye.

Rêveberê Polîsên Saziya Têkoşîna bi Şîdeta li dijî Jinê re ya bajarokê Derbendîxana ser bi Silêmanî Şehab diyar kir ku sedema mirina vê zaroka 16 salî nayê zanîn.

Şehab diyar kir ku bûyer li gundê Banîxelanî ya ser bi bajaroka Derbendîxanê rû daye û got ku zaroka 16 salî piştî ku li xwe daye rakirine nexweşxaneya Derbendîxanê û paş^eli wir jiyana xwe ji dest daye.

Hat gotin ku polîs di derbarê bûyerê de lêpirsîn dane dest pê kirin.