Di navbera HDKA û pasdarên Îranê de şer derket

34

Di demên dawî de di navbera pêşmergeyên HDKA û pasdarên Îranê de şer derdikevin. Li gorî agahiyên hatine standin duh bi şev di navbera Hizba Demokrata Kurdistan-Îranê û pasdarên Îranê de şer derketiye.

Li ser vê yekê feramandariya hêzên pêşmergehên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê daxuyaniyeke nîvîskî bilav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku duh bi şev li çiyayên Piştî Zîwe û Kone Lacanî yê ser bi bajarê Pîranşar yê parêzgeha Urmiya Rojhilatê Kurdistan şer di navbera hêzên pêşmerge û pasdarên Îranê de derketiye.

Li gorî daxuyaniya fermandariyê, dema ku pêşmergeyên HDKA li çiyayên Piştî Ziwe û Kone Lacanî li ser erkê xwe bûn, ji aliyê hêzên pasdarên Îranê ve êrîş hatiye kirin û piştre di navbera hêzên wan û pasdaran de şer derketiye. Herwi hat gotin ku hêzên Îranê nasnameya du pasdarên xwe yên di şer de hatî kuştin û birîndar bûyî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama şer de pêşmergeyek yê Hizba Demokrata Kurdistan ya Îranê yê bi navê Saman Hesen Pûr jî di vî şerî de hatiye kuştin.

(rn)