Ebadî  û Sedir hevpeymanî ragihandin

29

Duh Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî  ku serokatiya lîsteya Nesir dike  û Lîsteya Saîrûn ya dibin pêşengiya Serokê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir de li bajarê Necefê civiyan. Piştî civînê herdu lîste ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraq’ê hevpeymaniya xwe ya ragihandin.  

Hêjayî bibîrxistinêye ku berê niha Mûqteda Sedir bi serokê lîsteya Fetih Hadî Amirî re li hevkiribû û hevpeymanî li gel wan jî kiribû.

Tevî ku parlementoya Iraqê ji dadgehê re pêşniyarqanûnek pêşkêş kir ku deng ji nûve werin hejmartin û Dadgeha Federal jî vê pêşniyarqanûnê erê kir jî lê, di aliyeke din de lêgerînên ji bo hevpeymaniyên hikûmeteke nû di navbera aliyên qezenc kirine de berdewam dike.

Hilbijartinên parlementoya Iraqê 12’ê Gulana 2018’an çêbû. Lê, ji ber hat gotin ku sextekarî û dek û dolap çêbûne, aliyên ku kêm kursî girtine encamên hilbijartinê îtîraz kirin. Li ser vê yekê jî parlemento biryar da ku deng ne bi awayeke elektronîk ji nûve bi dest were hejmartin. Dadgeha Federal jî vê pêşniyarê  erê kir. Tevî vê biryarê jî heya niha nayê zanîn ka wê kengê deng werin hejmartin.

(bz)