Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî bûyerên îro pêk hatin bi sernavê “Rapora navber a îhalên Roja Hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an a Serokomariyê û Parlamenteriyê» rapor bi raya giştî re parve kir. Heta saet 14.30’an geşedanên di roja hilbijartinê de pêk hatin wina ne:

“1- Di serî de li Erzirom, Agirî û gelek bajarên Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat kartên îbareya Wezareta Karên Hundir li ser heye yên dixin situyên xwe ku li ser ‘Gîhandina Tam a Erkdarê Hilbijartinê» heye di destê polîsan de hatiye girtin. Dîsa di destê welatiyên sivîl de hatiye girtin. Ev mijar bi YSK’ê re hatiye parvekirin û xwestiye lêkolîn bê kirin.

2- Li navçeya Pirsûs a Rihayê wekilê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz û zilamên wî bi çekan li dibistanên Ataturk û Cumhuriyetê yên Pirsûsê û Lîseya Anadolu ya GAP’ê çûne ser peywirdarên sindoqê û gef li peywirdar û hilbijîran xwarine. Li hin sindoqan telefonên peywirdaran desteser kirine. Endamê lijneya Sindoqê yê HDP’î derp kirine. Ev çavdêrî li gelek cihan hatiye dîtin. Li Lîseya Îmam Hatipê di êrîşa parazvanê weklê AKP’ê de gelek kes birîndar bûne. Li dibistana Seretayî ya Suleyman Şah li ser sindoqa hêjmar 1068’an li şûna kesekî gelek kesan deng bikar anîye û gelek kesan bi hevre deng bikar anine. Li dibistana Seretayî ya Hurriyetê li ser sindoqên hêjmar 1111, 1112 û 1109’an dengê komî hatine avêtin. Di saetên serê sibê de namzetê AKP’ê Îbrahim Halil Yildiz û nêzî 200 parazvanên wî yên bi çek li gel polîsan peywirdarên sindoqan derxistine derve deng bi komî bikar anîne.

Li Navçeya Pirsûsê gelek çuwalên dengan hatine bi dest xistin. Li sindoqa hêjmar 117’an a Dibistana Seretayî ya Valî Ziya Çoker, bi gotina ‘Deng û pusula qediya ne’ welatî û hilbijêr paşve vegarandine. Di dibistanên li baxçeyê dibistana seretayî ya Bilge a Pirsusê gelek pusulayên dengan hatin dîtin. Bûyerên ku îro li navçeya Pirsûsê pêk hatin rêgezên hilbijartinê yên adîl, demokratîk wekhev û pîvanên zagonî binpê kirin. Li Pirsûsê êrîşî vina hilbijêran kirin. ÎHD’ê xwest ku YSK li vê navçeyê hilbijartinê betal bike û di demek guncavtir de hilbijartinê pêk bîne. ÎHD’ê têkildarî van îhlalan serî li YSK’ê da.

3- Li taxa Uluhanê Dibistana Seketayî ya Îmam Hatipê a Navçeya Halîliyê peywirdarê sindoqê yê CHP’î hat darpkirin û derxistin dervê dibistanê.

Li ser sindoqa hêjmar 1196’an a Dibistana Seretayî ya Geçitê ya navçeya Karakopru li şûna jinan mêran deng bikar anine. Dîsa li ser sindoqa hêjmar 2242’an muxahîd rastî gefan hatin.

4- Li Dibistana seretayî Akkoyunlarê ya Naveya Rezan a Amedê gelek pusulayên dengan ên bê mohr hatin destxistin. Li Dibistana Yunus Emre jî ji bilî peywirdarên AKP’ê peywirdarên din ên sindoqê negirtin hundir.

Li Dibistana Gundê Goksu ya Bismila Amedê li şûna Fatma Koçer a 80 salî dengê wê bikar anîne. Li Gundê Yukarihandanê yê Gelê bi awayekî ne li rê deng avêtine. Li Gundê Çataltarla yê Çinarê destûr nedan hilbijêr dengê xwe bavêjinê. Li Gundê Koçgar ê Pasûra Amedê cerdevanan rê girt û destûr nedan hilbijêr biçin ser sindoqan. Cerdevanan destûr nedan HDP’î biçin gund.

5- Li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê torbeyên deng û pusulayan ên 12 dibistanan qetiya yî bû.

6- Keyayê Gundê Adak ê Dêrika Mêrdîn hilbijêr tehdît kirin. Xwestin welatî bi zorê dengê vekirî bidin.

7- Li pêş gelek dibistanên li Îzmirê maşîneyên bê plaka geriyan.

8- Li ser sindoqa 2425’an a Lîseya Anadolu ya Sokullu Mehmet Paşa a Çankaya Enqereyê peywirdarên sindoqê destûr nedan 2 hilbijêrên wê sindoqê deng bavêjin sindoqê.

Li Dibistana Akbilek a Sîncana Enqereyê muşahîd ji aliye AKP û MHP’ê ve hatin asteng kirin. Li navçeya Mamakê ya Enqere Dibistana Metehanê li şûna welatiyên kurd deng hatin avêtin.

9- Ji Fransayê heyetek ji du kesan pêk dihat ji bo şopandina hilbijartinê hatin Agiriyê. Heyeta ji du kesan pêk tê û wergerê xwe li Agiriyê di nokteya polîsan de hatin binçavkirin. Nehat zanîn heyet ji ber kîjan sedemê hatiye binçavkirin.

Li navenda Erzirom û navçeya wê Tekmanê endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Yavuz Karabudak, Sertaç Ozturk û Erdal Ozakçil ên ku çavdêriya hilbijartinê dikirin hatin binçavkirin. Karabudak û Ozakçil navenda Erziromê û Ozturk jî li Tekmanê hat binçavkirin. Hinceta binçavkirina her sê çavdêran nehat zanîn û nehat hînbûn ew li ku tên ragirtin.

10- Li Gundê Doğankoy ê Bewarî yê Sêrtê deng li pêş pêrdê hat dayîn.

11- Li Kerçewsa Êlihê Çavdêrê İtalyan Chistina Elico di kontrola rê de hat binçavkirin.

12- Li Dibistana Ugur Erkey a Ayazaga ya navçeya Sariyerê ya Stenbolê kesekî li şûna 3 kesan deng avêt u hat binçavkirin. Nûnerê AKP’ê li ser Dibistana Mehmet Akif Ersoy a li Stenbolê parlamenterê Îyi Parti Umit Ozdag darp kirin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here